PYD û Kongreya Star girtina 2 parlamenterên HDP’ê şermezar kir

Li dijî girtina 2 parlamenterên HDP’ê, PYD’ê û Kongra Star bertek û nerazîbûn nîşan dan û gotin: Em ê ti carî vê darbeya faşîst û bê exlaq, qebûl nekin.

PYD’ê jî girtina 2 parlamenterên HDP’ê şermezar kir û da zanîn ku ev kiryar bi hedefa bêhntengkirina gelê Kurd li Tirkiyê ye û piştre qirkirina wî ye.

Her wiha piştrast kir ku dewleta Tirk li gorî tu qanûnên mirovî û exlaqî yan jî navneteweyî tev nagere.

Kongreya Star jî bi daxuyaniyeke nivîskî girtina parlamenterên HDP’ê bi destê hikumeta Tirkiyê şermezar kir û got,

Wê faşîzma Tirk nikarîbe vîna kesên dibêjin ‘Berxedan jiyan e’ bişikîne.

Back to top button