Li Silêmaniyê 2 kesan jiyana xwe ji dest da

Li Başûrê Kurdistanê 3 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li Başûrê Kurdistanê pêla belavbûna vîrûsa corona dewam dike.

Her ku diçe hem jimara pêketiyan û hem jî jimara kesên jiyana xwe ji dest didin, zêde dibe.

Wezareta Tendurisiyê ya Herêma Başûrê Kurdistanê ragihand ku li Silêmaniyê ji ber vîrûsa coronayê 2 kesên din jiyana xwe ji dest dan.

Li Başûrê Kurdistanê jimara pêketiyan hezar derbas kir

Li gorî daneyên dawî heta niha hezar û 15 kes bi vîrûsê ketine, ji wan 18 kesan jiyana xwe ji dest dane û 444 nexweş rihet bûne.

553 kes jî li nexweşxaneyan di bin çavdêriyê de ne.

Corona herî zêde li Silêmaniyê belav bûye û heta niha li Silêmaniyê 589 kes bi vîrûsê ketine.

“Divê hikûmeta Iraqê çareseriyekê ji rewşa belavbûna vîrûsê re peyda bike”

Wekîla Tevgera Azadî ya li Parlamenta Iraqê Yusra Receb jî derbarê belavbûna vîrûsê de, axivî û got:

“Bêyî ku pêdiviyên jiyanî yên welatiyan dabîn bikin, daxwaza ‘li mala xwe bimîne’ ji welatiyan tê kirin.

Ev nêzîkatiyeke nerewa ye.

Back to top button