Iraq..Derbarê tûndiya li dijî xwepêşandêran de komîteyek hatiye avakirin

Yek ji sozên Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ew bû ku, derbarê tûndiya ku di xwepêşandanên Iraqê de hatiye kirin, lêpirsîn were bêkirin. Kazimî ragihand ku ji bo vê yekê, komîteyeke serbixwe hatiye avakirin.

Buroya Kazimî bi daxuyaniyekê diyar kir ku wî, bi gelek malbatên qurbaniyên xwepêşandana re hevdîtin kirine û guhdarî hûrgiliyên der barê rewşên kuştina zarokên wan de kiriye.

Serkwezîrê Iraqê jî diyar kir ku Iraq di pêvajoyeke nebaş re derbas dibe û her dem rastî zehmetiyan tê.

Mistefa Kazimî li ser Iraqiyên ku di xwepêşandanan de hatin kuştin, xemgîniya xwe anî ziman û diyar kir ku ji bo ev bûyer dubare nebin, wan tedbîr girtine.

Kazimî da zanîn ku dest bi lêpirsînan hatiye kirin û ji bo kuştî û birîndaran, dê lîsteyên zelal werin amadekirin û dê alîkarî ji malbatên wan re were pêşkêşkirin.

Back to top button