Dewleta Tirk 25 maşîneyên din derbasî Idlibê kirin

Dewleta tirk komkirina hêzê li Idilbê dewam dike û herî dawî karwanekî ji 25 maşîneyan gihand noqteyên xwe yên çavdêriyê. Erdogan jî mesaj ji leşkerên xwe yên li wir re şand û hewl da ku moralê wan, bilind bike.

Dewleta Tirk ku li Idlibê amadekariya şerekî dike, sewqiyeta ber bi Idlibê ve dewam dike.

Çavdêriya Sûrî ya mafê mirovan raghand ku dewleta Tirk karwanekî ku ji 25 maşîneyên pêk tê ku di nav de tank, sehrîcên sotemeniyê û erebeyên veguheztina leşkeran pêk tê, di deriyê Kefer Losîn re derbasî Idlibê kir.

Bi vê yekê jimara maşîneyên ji destpêka agirbesta nû ve gihaştine Idlibê bû 3 hezar û 850 û bi hezaran leşker.

Erdogan hewl da moralê leşkerên xwe yên li Idlibê bilind bike

Serokomarê Tirk Erdogan jî li gel wezîrê parastinê yê welatê xwe Hilûsî Akar bi riya telefonê axivî û behsa rewşa leşkerên xwe ya dawî li Iraq, Sûriyê û Lîbyayê kir.

Erdogan hewl da moralê leşkerên xwe yên li herêmên dagirkirî xurt bike û diyar kir ku rewş li wan herêman baş bi rêve diçe û ev tişt anî ziman:

“Yekîtiya me wê bihêle ku cîhan bi çavekî matmayî li me binêre û dê rewşa me ya di nava NATO de, misoger bike.”

Erdogan ê ku şaxê xwe berdaye Lîbya jî, pesnê leşkerên xwe yên li wir jî da.

Back to top button