Çete li herêma Efrînê jinek 45 salî û sivîlek revandin

Çeteyên dagirkeriya Trik li navenda Efrînê jinek 45 salî revand û li navçeya Bilibilê jî şêniyek û du zarokên wî bi awayekî hovane êşkence kir.

Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê ragihand ku çarşema derbasbûyî Istixbarata Tirk jina bi navê Sîlvane Qer Jol a (45) ya ji gundê Satiya ya Mabata revand.

Duh jî li gundê Alkana yê Şiyê çete şêniyê bi navê Ehmed Hebeş revand.

Çete li navçeya Bilbilê sivîlek û du zarokên wî bi giranî birîndar kirin

Li gundê Kêla ya Navçeya Bilbilê jî çete êrîşî şêniyê bi navê Cemîl Îbiş û her du zarokên wî Hesen (15) û Çeksar (8) kirin.

Malpara Efrinpost da zanîn ku ji ber Cemîl nerazîbûna xwe ji çêrandina pez di nav zeviyê wî de nîşan da, çete ew û her du zarokên wî bi giranî birîndar kirin.

Malparê ragihand ku çete gefa kûştinê li malbata Ismet Memed xwarin.

Çete bi armanca desrteserkirina mala Ismet, gefa revandina jina wî jî xwarin.

Back to top button