Qedexeya derketina derve ji aliyê hikumeta faşîst a AKP’ê ve tevî rakirina Rewşa Awarte jî hîna didome.
Piştî qedexekirina 7 tax û çolterên navçeya Lîcê, leşkeran bi ser malan de girtin û 3 kes binçav kirin.
Duh li çend tax û çolterên navçeya Lîcê ya Amedê di saet 06.00’an de qedexeya derketina kolanan hat ragihandin.
Qedexe û operasyona leşkerî ya hatibû destpêkirin hîna jî dewam dikin.
Hat diyar kirin ku yekîneyên leşkerî yên beşdarî operasyonê bibûn li tax û çolteran bi ser malan de girtine û lêgerînên pêk anîn.
Di serdegirtinê de, 3 kes hatin binçavkirin.
Hat zanîn kesên ku hatine binçavkirin birine navçeya Hênê ya Amedê.