WHO: Heta ku vîrûs li tevahiya cîhanê neyê kontrolkirin, dawî nayê

Rêxistina Tendurisiyê ya cîhanî raghand ku heta vîrûs li tevahiya cîhanê neyê kontrolkirin, ew nikarin bêjin ku dawiya wê hatiye.

Li ser asta cîhanê jî tevî ku li hin welatan vîrûs heta asteke baş hatiye kontrolkirin, lê li hin welatan jî hîna vîrûs riya xwe ya belavbûnê, didomîne.

Vîrûsa ku niha li parzemîna Amerîka bi cih bûye, herî zêde bandor li Barazîlya dike.

her wiha Fransa jî raghand ku vîrûs li welat hatiye kontrolkirin.

Rêxistina Tendurisiyê ya cîhanê jî derbarê çarenûsa vîrûsê de agahiyên nû parave kirin.

Lê hin deveran jî tedbîr hatine sivikirin, lê divê her kes tedbîrên kesayetî li ber çavan bigre.

Rêxistinê raghand ku heta vîrûsa corona ji cîhanê dernekeve, ew nikarin bêjin ku dawiya vîrûsê hatiye.

Li tevahiya cîhanê heta niha, zêdeyî 6 milyon û 728 hezar kes bi vîrûsê ketine.

Ji wan zêdeyî 393 hezar û 677 kesan jiyana xwe ji dest dane û zêdeyî 3 milyon û 271 hezar kes jî ji vîrûsê xilas bûne.

Back to top button