Li Girê Spî çalakiyên li dijî dagirkeriyê berferh bû

Şêniyên bajarê Girê Spî ku di bin dagirkeriya Tirk de ye, li dijî binpêkirên li bajêr çalakiyek nerazîbûnê li dar xist.

Çavkaniyên ji bajar ragihand ku çeteyên dewleta Tirk, hejmarek sivîl ji taxa Eyn El-Erûs a bajarê Girê Spî revandin.

Hat zanîn ku di nava kesên hatine revandin jinek heye.

Çeteyan ev kes bi tewama ku têkiliyên wan bi QSD’ê re heye, revandine.

Li dijî vê yekê şêniyên Girê Spî bertekên xwe nîşan dan û li pêşiya baregehên çeteyan çalakî li dar xistin.

Şêniyan banga berdana kesên revandî kir, lê ev tişt ji aliyê artêşa Tirk û çeteyan ve hat red kirin, ji bo wê jî xwepêşandan berfireh bû.

Heman çavkanî diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk seferber bûn, hemû kolanên ku dighêjin baregehên wan girtin.

Ji ber ku artêşa Tirk a dagirker banga wan berdana revandiyan red kir, xwepêşandan berfireh bû.

şêniyan li deriyê sînor panzêrên artêşa Tirk dan ber keviran, her wiha diruşmeyên ku banga derketina dagirkeran ji Girê Spî dikin qîr kirin.

Back to top button