Rêveberiya Xweser qedexeya derketinê heta 15’ê Hezîranê dirêj kir

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê qedexeya derketina derve ya beşî heta 15’ê Hezîranê dirêj kir.

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi biryarekê qedexeya derketina derve ya beşî ya ji ber Koronavîursê ji sibe heta 15’ê Hezîranê dirêj kir.

Li gorî biryarê dema qedexeyê ji saet 7’ê êvarî heya 6’ê sibehê.

Di rojê de, hemû dikan dikarin werin vekirin xebatên pîşeyî were kirin.

Her wiha tevgera çûn û hatine di navbera bajar û rêveberiyan de ne qedexe ye.

Di biryarê de hate gotin, jibilî deriyên Tahiya û Tebqayê ji bo rewşên mirovî, hemû deriyên din dê girtî bin ta biryarek nû were dayîn.

Back to top button