ŞERVANÊN QSD’Ê LI ŞEFA Û SÛSÊ DERBÊN GIRAN LI DAIŞ’Ê DA

Bi rojan li eniyên Şefa û Sûsê yên Rojhilatê Dêrazorê, di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de şerekî giran heye..

Ji şerê 24 saetên dawî de herî kêm 30 çete hatin kuştin.

Di çarçoveya Qonaxa Dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê de, li eniyên Şefa û Sûsê yên Rojhilatê Dêrazorê şer giran e..

Çavkaniyên QSD’ê têkildarî mijarê agahî dan Ajansa Hawarê..

Li gorî vê yekê,

Di şerê 24 saetên dawî de herî kêm 30 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.

Navendeke çavdêkiryê û cihêku çete erebeyên bombebarkirî lê amade dikin, ji aliyê şeranan ve hatin rûxandin.

Hejmareke zêde ji çek û cebilxanê ket destê şervanan.

Ji bo hebûna DAIŞ’ê bi temamî li herêma Rojhilatê Dêrazorê bidawî bikin, pêşdeçûna şervanên QSD’ê li herêmên Sûsê û Şefa dewam dike.

Leave a Reply

Back to top button