Ibrahîm El-Qeftan: Ji diyaloga Sûrî-Sûrî tu alternetîfeke din tuneye”

Serokê Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Ibrahîm El-Qeftan diyar kir ku nepêkanîna diyaloga Sûrî-Sûrî tê wateya xwespartina aliyên derve û teqez kir ku ji diyaloga Sûrî-Sûrî re tu alternatîfeke din tuneye.

“nepêknanîna diyaloga Sûrî-Sûrî tê wateya xwespartina aliyên derve.”

Serokê Partiya Sûriyê ya Pêşe rojê Ibrahîm El-Qeftan bi van gotinan hişyariya pêkneanîna diyaloga Sûrî da.

Ibrahîm El-Qeftan diyar kir ku nebûna diyalogên Sûrî-Sûrî tê wateya xwespartina ji tundiyê û xurtkirina aliyên derve li ser hesabê aliyên din ên Sûrî ye.

El-Qeftan teqez kir ku ji diyaloga Sûrî-Sûrî re tu alternatîfeke din tuneye û destnîşan kir ku projeya demokratîk û ji rêgezên olî an netewî dûr be, wê aloziya sûrî çareser bike.

El-Qeftan diyar kir ku diyaloga demokratîk a ku Partiya Sûriyê ya Pêşerojê pê bawer e, tê de serkeftin û binkeftin nîne, Maf û erkên her aliyî heye.

Serokê Partiya Sûriyê ya Pêşerojê bang li welatiyên Sûriyê kir ku xwedî li projeyeke nenavendî, pirrengî û demokratîk derkevin û nîqaşên Sûrî- Sûrî pêk bînin.

Ibrahîm El-Qeftan di dawiyê de da zanîn ku ew amadekariya kongreya giştî ya partiyê li ser asta derve bi heman hêza hundirîn berdewam û wiha îşaret bi bernameya kongreyê kir.

Tê payîn, di kongreyê de serokê partiyê û sekreterya giştî ya partiyê werin hilbijartin.

Sekretera partiya me Şehîd Hevrîn Xelef ku ji aliyê dagirkeriya Tirk va şehîd bûbû, hertim banga diyaloga Sûrî-Sûrî dikir.

Lewra heya dagirkeriya Tirkiye ji axa Sûriyê dernekeve emê hertin li dijî wê derkivin.

Back to top button