Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat dazanîn ku tevgera Jinên Kurd pêşengiya îdeolojîk, felsefî, rêxistinî ya tevgerên jinên cîhanê dike.
Êrîşên li ser tevgera jinên Kurd, êrîşên li ser hemû tevger û nirxên jinan e.
Divê tevgerên jinên Tirkiyê û yên cîhanê vê wiha fêhm bikin.
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat derbarê êrîş û tûndiya ku ji aliyên hêzên desthilatdar ve li ser jinê tê meşandin ji ajansa Firatê re axivî.
Besê Hozat balkişand ser zêdebûna tundiya li ser jinan a di pêvajoya Covîd-19’ê de û got, ”Di pêvajoya koronayê de zêdebûna tundiya li ser jinê, bi krîz û bûhrana giran a pergala dewletî ya desthilata kapîtalîst re têkildar e.
Ji ber ku pergala kapîtalîzm bi xwe vîrûs e.Rêbertiya me ev bi rengê pergala pençeşerê pênase kiriye.
Her wiha Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê balkişand li ser polîtîkayên desthilatdariya AKP-MHP’ê yên dema coronayê de û diyarkir ku ev desthilatdarî pêvajoya coronayê qulibanad pêvajoya sazûmanîbûna rejîma dîktatoriya faşîst.
Besê Hozat: Êrîşên li ser tevgera jinê Kurd li ser nirxê jinan e
Besê Hozat li dijî zêdebûna tundî, zext û zordariya dewleta Tirk a li ser jinê taybet jinên kurd got:
”Tevgera Jinên Kurd pêşengiya îdeolojîk, felsefî, rêxistinî ya tevgerên jinên cîhanê dike, dînamoya ronakbûna civakî ya Kurdistanê û Tirkiyê ye.
Ev hêz derbeke giran li modêla jin û civaka kole-rajêrî da. Ji ber vê yekê dîktatoriya AKP-MHP bi sedan bi hezaran jinên Kurd ên siyasetmedar û aktivîst girtin û avîtin zîndanan.”
Divê li dijî van êrîşan hewcehiya bi helwesteke jinê ya rêxistinî û giştî heye.
Êrîşên li ser tevgera jinên Kurd, êrîşên li ser hemû tevger û nirxên jinan e.
Divê tevgerên jinên Tirkiyê û yên cîhanê vê wiha fêhm bikin.
Tevgera Jinên kurd bi qasî ku ji tevgerên jinan ên Tirkiyê û cîihanê ji tecrûbe zanîna sûd werdigire, vê gavê bi ast û taybetmendiyeke wiha ye ku wan têr dike û ji wan re dibe kana îlhamê.