Ebdul Malik Drokdal di operasyoneke hêzên Frensî de hat kuştin

Serokê rêxistina El-Qaîde ya li welatên Fasê Ebdul Malik Drokdal, li bakurê Malî, li ser destê hêzên Frensî hat kuştin.

Wezîra artêşên Frensî Florens Barlî duh Înê teqez kir ku Drokdal di operesyoneke hêzên Frensî de beriya çend rojan hat kuştin.

Tê zanîn Drokdal ji xeternaktirîn terorîstên li bakurê Afrîkayê bû û bi serkêşiya wî El-Qaîde gelek êrîş li welatên Fasê pêk anîbûn.

Sala 2012’an dadgeha Cezayîrê, bêyî beşdariya wê, bi tewanên endamtiya rêxistineke terorîst û pêkanîna êrîşên bombeyî, hûkmê darvekirinê lê birîbû.

Back to top button