Amerîka piştî peymana aşitiyê yekemcar hêzên Talîban bombebaran kir

Piştî agirbestê û peymana aştî ya Amerîka û Talîban, Amerîka cara yekemîn bi balafiran hêzên Talîban bombebaran kirin.

Çavkaniyek leşkerî ya Amerîkî duh ragihand ku li dijî hêzên Talîban du êrişên hewayî ji aliyê Amerîka ve pêk hat.

Ev jî piştî peymana aştî û agirbestê di navbera Emerîka û Tlîban ve.

LI aliyekî din jî Wezareta Hundirin a Efxanistanê îro ragihand ku di êrişek Talîban li ser hêzên Efxanistanê de 10 polîs Efxanî hatine kuştin.

Di meha Sibatê bi mercên ku Amerîka ji Efxanisatanê vekişe û Talîban bi hikûmetê re li hev bike, peymanek aştiyê di navbera Amerîka û Talîban ve hatibû îmze kirin.

Back to top button