QSD: Di du rojan de, 30 çete hatin girtin

Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê ragihand ku wan di du rojên pêngava “Têkbirina Terorê” de 30 çeteyên DAIŞ’ê ji nasnameyên Sûrî û Iraqî girtine.

Navenda ragihandina QSD’ê encamên du rojan ên pêngavê eşkere kir û diyar kir ku, hêzên wan rûpîvanek bi dirêjahiya 70 Km û panahiya 60 Km her wiha 100 gund ji DAIŞ’ê paqij kirine..

Li gorî ragihandina QSD’ê, wan jimarek ji tunelên çeteyan, ku ji bo veşartinê bi kar tanîn dîtine û hin çek û cebilxaneya çeteyan jî ketine destê wan.

QSD’ê destnîşan kir ku ev pêngav bi awayekî kordînekirî bi rê ve diçe û heta niha tu şervanên wan birîndar nebûne.

Back to top button