PENTAGONÊ BIRYARA TRUMP MOHR KIR

Di vê navberê de hat ragihandin ku Pentagonê biryaranameya Trump a vekişandina eskerên xwe ji Bakur û Rojhilatê Sûrî mohr kiriye..

Li gorî vê yekê tê plankirina ku di nav çend hefteyan de pêvajoya vekişîna eskerên Emerîkî temam bibe.

Ajansa Nûçeyan a Frans-Press’ê AFP agahiyên berdevekê eskerî wergirtine parve kir..

Li gorî nûçeya Ajansê, biryarnameya Trump a vekişandina eskeran ji aliyê Pentagonê ve hate mohrkirin..

Têkildarî berferehiya mihajrê, berdevê eskerî agahiyên zêde nedan..

Dezgehên ragihandinê yên Emerîkayê jî ev nûçe piştrast kirin..

Li gorî çapemeniya Emerîkî, pêvajoya destpêkirina vekişandina eskeran ji Bakur û Rojhilatê Sûrî wê piştî hefteyekê destpê bike..

Û di nava çend hefteyan de temam bibe.

Leave a Reply

Back to top button