Dewleta Tirk dijminê jinê ye

Sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Sûriyê ku dagirkir ne, ji sûcên ku li Tirkiyê bakurê kurdistanê pêk tîne, ne cûda ne.
Li gorî daneyan, li van cihan tundiya li ser jinan di nava bêdengiya navdewletî zêde bibe.

Zext û astengiyên hikûmeta AKP’ê yên li dijî jinan û parêzvanên mafên mirovan li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê zêde dibin.

Ji bilî van zextan, li dijî jinan her cûre tundî tê meşandin.

Li herêmên Sûriyê yên ku Tirkiyê û çeteyên wê dagirkirine jî her cûreyên binpêkirin tên meşandin.

”Di nava sal û nîvekê de li dijî zêdeyî 620 jin sûc hate kirin”

Platforma ‘Em ê Kuştina Jinan Rawestînin’ raporeke derbarê tundiya ku di sala 2019’an li ser jinên li Tirkiyê hatiye meşandin belav kir.

Li gorî raporê bi kêmanî 474 jin hatin kuştin, di nav de zêdeyî 52 jin li cihên giştî hatine kuştin.

Ajansa Nûçeyan a Jinê “Jin News” li ser mijarê tundiya li ser jinê raporek weşand.

Di raporê de tê gotin di sala 2020’an de li Tirkiyê li dijî zêdeyî 146 jinan tundî hatiye kirin.

”Li herêmên dagirkirî mafên hezar û 564 jinan hate binpêkirin”

Rêxistina Mafên Mirovan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî got:

Li herêmên Bakur û Rojhilat û Rojavayê Sûriyê yên ku ji aliyê artêşa dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin weke Cerablus, Ezaz, Bab, Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê, li dijî zêdetirî hezar û 564 jinan tundî hatiye meşandin.

Rêxistinê kuştina 10 jinan di mercên ne diyar de, birîndarkirina 52 jinan û revandin û destavêtina li 11 jinan belge kir.

Li bajarê Efrîna dagirkirî di demên dawî de sûcên artêşa Tirk a dagirker ên li jinan zêde bûn.

”Banga pêkanîna peymanên parastina mafên jinan dikin”

Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokan destnîşan kir ku jin di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibe û got:

Pêşengtiya jinan ji pêvajoya guhertin û pêşxistina civakê êrişên li ser wê zêde dike, lê li beramberî vê yekê îsrar jin a berxwedanê zêde dibe.

Hikumeta Tirk zihniyeta xwe derbarê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê mîna Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê ku dagirkirine naguhere, revandin, kuştin û destavêtina li jinan didomîne.

Ez bang li rêxistinên mirovî yên cîhanî dikim ku sûcên li Tirkiyê û hermên Sûriyê yên dagirkirî têne meşandin rawestînin.

Back to top button