MACRON: DIVÊ MIROV LI GEL HEVKARÊN XWE DILSOZ BE

Ji ber biryara serokê Emerîka Donald Trumpa vekişîna ji Sûrî ku wê rê li ber êrişa dewleta Tirk veke, serokê Fransa Macron nerazî ye..

Macron bi gotine;

“Divê mirov li gel hevkarê xwe dilsoz û xwedî baweriyê be” bersiv da biryara Trump.

Serokê Emerîkayê Trump 19’ê mehê biryar da ku eskerên xwe ji tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûrî vekişîne..

Ev biryara Turmp weke beşek ji êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk hat şîrovekirin..

Lewma yekane welatê ji ber vê yekê kêfxweş e dewleta Tirk û serokê wê Erdogan e..

Endama Koalîsyona li dijî DAIŞ’ê Fransa ji roja pêşî ya biryarê fikarên xwe tîne zimen û dibêje ev yek wê rê li ber zindîkirina DAIŞ’ê veke..

Di çarçoveya helwesta vî welatî de, serok-dewleta Emmanuel Macron bi van gotinan, nerazîbûna xwe li hemberî biryara Trump nîşan da..

“Divê mirov li gel hevkarê xwe dilsoz û xwedî baweriyê be. Hevkarî ew e ku mirov mil bide milê hev û şer bike.

EM Ê GIRÎNGIYEKE TAYBET BIDIN EWLEHIYA QSD’Ê

Di heman çarçoveyê de jî Wezreta Karên Derve ya Fransa di daxuyaniyek din de, diyar kir ku, şerê li dijî terorê bi dawî nebûye.

Wezaretê teqez kir ku, ew ê di nava hefteyên pêş de di nav de QSD’ê girîngiyeke tabet bidin ewlehiya hevakrên Emerîka.

Her wiha Wezareta Fransî gotm divê Emerîka ji bo parastina şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hişyar be û ewlehiya vê herêmê misoger bike.

Da ku kampaxiyeke mirovî û vejandina terorê pêk neyên.

Leave a Reply

Back to top button