Ajokara patosê Kesandira: Israra pêkanîna xeyalên min veguherî hêzeke xurt

Jina Ciwan ya Aşûr Kesandira Bûlis a ku ajokara patosê ye û di heman demê de temîrê jî dike got:”Ez û bavê xwe bi hev re derdikevin nava zeviyên xwe û bi patosa xwe em berhemên erdên xwe diçinin, li hember adatên civakê min têkoşîn kir û xeyalên xwe pêk anîn.”

Paşverûtiya civakan her dem ji xeyalên jinan re bûye asteng.

Jinan her dem li dijî vê paşverûtiyê li berxwe dane û hewil dane ku xeyalên xwe pêk bînin.

Dema ku jin xeyalên xwe pêk tîne hîn bêtir bedewtir dibe û eşqa di hundirê wê de roj bi roj mezin dibe.

Yek ji jinên ku xeyalên xwe pêk aniye û li dijî zihniyeta baviksalarî serî hildaye ajokara patosê Kesandira Bûlis a 20 salî û ji Gundê Til Mesas a Navçeya Til Temirê ye.

Ev 4 sal in patosê diajo, erdê xwe diçîne û niha jî bi vê xebata xwe alîkariya malbata xwe dike.

Kesandira ku di heman demê de tamîratê jî dike, derbarê xebatên xwe ya ajotina patosê got:

Hunera min fêrbûna tiştên ku ji hestin tên çêkirin e.

Mîna ajotina motosiklêt, terektor, otomobîl, herî dawî jî ez fêrî ajotin û temîrkirina patosê bûme.

Yê ku piştgiriya min di vê xebatê de kir bavê min bû.

Kesandira bal kişand ser adetên civakê yên ku jinan kole dikin, têkoşîna jinê ya li hember vê yekê û wiha pê de çû:

Ez wekî jineke ciwan a Aşûrî min li hember hemû adetên civakê têkoşîn kir û bêdeng jî nemam, ji bo wê ez fêrî ajotina terektor û patosê bûm.

Ez û bavê xwe bi hev re derdikevin nava zeviyê xwe û bi patosa xwe em berhemên erdê xwe diçinin.

Karê ajotin û temîra motorsikletê, terektor, otomobîl, patos û hemû alavên cotkariyê ne tenê karê mêran e, di heman demê de karê jina ye jî.

Kesandira dawiyê diyar kir ku niha êdî dem hatiye ku jin xeyalên xwe pêk bînin, divê jin ji derfetên ber destê xwe sûd bigirin.

Back to top button