Di çalakiyên gerîlayên HPG û YJA Star yên li Xakurkê ku li dijî leşkerên derwleta Tirk a dagirker pêk anîne, 3 leşker hatin kuştin.
Navenda Ragihandi û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyê daxuyaniyek niviskî weşand û ev agahî parve kir.
4’ê Hezîranê gerîlayan li dijî leşkerên dewleta Tirk yên li Girê Şehîd Kendal ya herêma Xakûrkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê çalakiyek pêk anîn.
Di çalakiya de 3 leşkerên dewleta Tirk hatin kuştin, yek jî birîndar bû.
HPG’ê ragihand ku gerîlayan kesê bi navê Orhan ê ku li gel artêşa Tirk kar dikir û rola wê di şehîbûna 4 grîlayan de hebû, 3 Hezîranê li Colemêrgê ew cezakirin.
4`ê Hezîranê jî balafirên şer ên artêşa dewleta Tirk a dagirker, Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe kiriye.
HPG dazanîn ku ji ber bomebaranê tiştek bi hezên wan nehatiye.