HDP’ê li dijî darbeyê dê bimeşe Enqerê

HDP li dijî darbeyên siyasî yên desthilata AKP-MHP’ê biryara ku ji her dera Tirkiyê bimeşin Enqerê da. Hevserokê HDP’ê yê berê ku niha girtiye Selahattin Demirtaş, banga kombûna li dora HDP’ê kir.

Her wiha Xebata Tifaq a Kurdîstanî jî, xistina wekîltiya parlamenteran, weke têkçûna demokrasiyê, bi nav kir.

Desteya Rêveberiya Navenda HDP’ê piştî betlakirina parlamenteriya Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven, Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Mûsa Farisogûllari û Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Enîs Berberoglû; bi awayek awarte civiyabû.

Desteya Rêveber da zanîn ku vekişandina ji meclisê di rojeve wan de nîne û ew ê di her şert û mercan de xwedî li îradeya ku HDP temsil dike, derkevin û dê têkoşîna xwe li her deverê birêve bibin.

Di civîna Desteya Rêveberiyê de biryara dê ji her deverê Tirkiyê bimeşin Enqereyê hat girtin.

Meş dê di bin navê “Meşa demorkasiyê ya li dijî darbeyê” pêk were.

Piştî ku bernameya meşê zelal bibe, di rojên pêş de dê daxuyaniyek were dayîn.

HDP wê banga xwedî li îradeya gel derkevin li hêzên demokrasiye bike.

Selahattîn Demirtaş: Li dora HDP’ê bibin xelek

Hevserokê HDP’ê yê berê ku niha girtî ye Selahattin Demirtaş, ji girtîgehê nameyek şand.

Demîrtaş, bang li gel kir û xwest her kes li dora HDP’ê bibin xelek û got:

Em bi coş, biryar û baweriyek mezin li dora HDP’ê bibin xelek û ev serkeftin pêkan e.”

“Xistina parlementeriyê têkçûna demokrasiyê ye”

Xebata Tifaq a Kurdîstanî jî derbarê xistina parlamenteriya hersê parlementeran, daxuyaniyek da û xistina wan, weke têkçûna demokrasiyê bi nav kir.

Xebatê, xwest ku di serî de CHP û hêzên xurt ên siyaseta demokratik dest bidin hev û li hemberî zextên siyasî û zilmê têbikoşin û diyar kir kur riya hêz û serkeftinê di yekitiyê de ye.

Back to top button