Kazimî ji bo çavdêriya karê hikûmetê komîteyek ava kir

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, ji bo çavdêriya karên hikûmetê, komîteyek ava kir û soz da ku hemû kesên gendeliyê dikin, ji kar werin derxistin.

Komîte bi serokatiya Wezîrê Karê Hindir Osman Xanimî hatiye avakirin û ji kesên pispor pêk tê.

Li gorî agahiyan armanca avakirina vê komîteyê ew e ku derbarê kêmahiyên karê karmendan û xizmeta ji bo welatiyan li parêzgehên Iraqê, lêkolînan bike.

Ji ber gendeliya ku di nava saziyên Iraqê de belav bibû, demeke dirêj, xwepêşandan tên lidarxistin.

Ji bo wê Serokwezîrê Iraqê soz daye ku hemû kesên gendeliyê dikin ji kar werin dûrxistin û pirsgirêkên heyî çareser bike.

Li gorî agahiyan wê komîte, bihevkariya komîteya peywendiyan a parlamentoya Iraqê kar bike.

Kazimî duh jî ji bo lêpirsîna derbar tûndiya ku li dijî xwepêşandêrên Iraqê hatiye kirin jî komîteyek ava kiribû.

Her wiha parlementoya Iraqê îro li ser 7 wezaretên mayî jî deng da û kabîne temam bû.

Back to top button