Li dijî gefên dewleta tirk da dagirker Şêxê êla Sabxa ya Tebqayê Mihemed Tirkî Sewan jî bertek nîşan da û diyar kir ku yên ku hewl bidin derbasî Sûriyê bibin dê berdêlên giran bidin.
Şêx êla Sabxa Mihemed Tirkî Sewan gefên Tirkiyê li ser herêmê nirxand û got;
“Şervanên QSD’ê di şerê xwe yê li dijî çeteyên DAIŞ’ê de derbên giran li dewleta tirk xistiye”.
Sewan balkişand li ser hevgirtin û jiyan hebeş ya di navbera pêkhateyn hermê de û ev tişt anî ziman;
“Em hemû Sûrî ne û me şahî û şînên xwe bi hev re derbas kiriye.
Her êrîşek li dijî pêkhateyekê ew êrîşek li dijî Sûriyê ye.”