Hikûmeta Şamê û Rûsya hewl didin bandorên Qeyser sivik bikin

Qanûna Qeyser a cezayên aborî li dijî hikûmeta Şamê û hevalbendên wê, dê di 17’ê vê mehê de pêk were.
Ji bo sivik-kirina bandorên wê, ev demek e hikûmeta Şamê û Rûsya di nava hewldanan de ne.
Di vê çarçoveyê de hikûmeta Şamê û Rûsya dixwazin hinek peymanan bi derve re bikin û şirketên bazirganan derbasî Sûriyê bikin.

Qanûna Qeyser a cezayên aborî li ser hikûmeta Şamê û hevalbendên wê li ber pêkhatinê ye.

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo got cezayên aborî yên Qanûna Qeyser dê li ser her karsaz, şirket û dewletên ku bi hikûmeta Şamê re didin û distînin, pêk were.

Di vê çarçoveyê de balyozxaneya Rûsî li ser hesabê xwe yê Tiwîterê ragihand ku roja Çarşemê komeke din ji balafirên şer yên MIG-29 wê radestî Şamê kirin.

Rûsiya bi koordîneya hêzên li herêmê rêya M4 ya ku herêmên başûrê Sûriyê bi herêmên din ên Sûriyê ve girê dide, vekir.

Rêya M4 ji sînorê Iraqê heta bi deryaya Spî diçe.

Bi vê yekê Rûsiya dixwaze tevgera bazirganiyê li pêşiya hikûmeta Şamê veke.

Têkildarî M4, li vê dawiyê astengî û nakokî di navbera hêzên Amerîkî û Rûsî derketin û hêjî berdewam e.

Hikûmeta Şamê jî ji bo ku van cezayan li ser xwe sivik bike, careke din Sûriyê li bazarê xist.

Serokê wê El-Esed projeya jinûveavakirina Sûriyê ji karsaz û şirketan re pêşniyar kir.

El-Esed got, wan li gel şîrketên Çînî li hev kiriye ku derbasî sûka Sûrî bibin.

Heta niha … Qanûn hê pêk nehatiye lê belê krîza aborî û rewşa zehmet a welatiyên Sûrî diyar û ber bi çav e.

Lîreya Sûrî beramberî dolar bê nirx maye ku buhayê her dolarekî 2 hezar lîreyên Sûrî derbas kir.

Çavdêr dibînin ku sepandina cezayên Qeyser dê aboriya Sûrî pûç bike û bi taybet binesaziya darayî ango banka Sûrî ya navendî û toreyên girêdayî wê.

Back to top button