Artêşa Niştimanî û Misir ji bo bidawîbûna aloziyê “Daxuyaniya Qahîrayê” ragihand

Li paytexta Misir Qahîrayê, di navbera Serkêşê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê, Mûşîr Xelîfe Hefter û serokomarê Misirê El-Sîsî de hevdîtinek pêk hat.

Herdu aliyan insiyatîfeke nû bi navê “Daxuyaniya Qahîrayê” ragihand, ku tê de banga agirbesteke giştî li Lîbyayê tê kirin û derxistina çeteyên dewleta Tirk jî ji welêt tê misogerkirin.

Îro serokomarê Misirê Ebdulfetah El-Sîsî pêşwazî li serkêşê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê, Xelîfe Hefter û serokê parlamana Lîbî Eqîle Salih kir.

Despêkê dinavbera herdu aliyan de civînek li çapemeniyê girtî pêk hat.

Piştî hevdîtinê, daxuayniyek çapemeniyê hat dayîn.

El-Sîsî û Hefter ji bo bidawîanîna aloziya li Lîbyayê insiyatîfeke nû bi navê “Daxuyaniye Qahîranê” da destpêkirin.

Li gorî “Daxuyaniye Qahîranê” ev xal hatine destnîşankirin:

– Ji 8’ê Hezîranê ve agirbesteke giştî li tevahiya Lîbyayê destpê bike.

– Jinûve destpêkirina danûstandinên aştiyê li Cenevê.

– Neçarkirina hemû aliyan ji bo derxistina çeteyên biyanî ji Lîbyayê.

– Avakirina mecliseke serokatiyê ku ji aliyê gel ve were hilbijartin.

Serokomarê Misirê El-Sîsî got:

“Daxuyaniya Qahîrayê” ya nû weke nameyekê ji bo hemû cîhanê ye.

Ji bo parastina yekîtiya Lîbyayê û rizgarkirina vîna miletê Lîbya ye.

Xelîfe Hefter jî got:

“Hêviya min ew e ku Misir ji bo neçarkirina Tirkiyê a rawestandina şandina çekan û çeteyan ber Lîbyayê ve, pêtir bikeve tevgerê.”

Ji aliyê xwe ve Hikûmeta Wîfaqê ya Ixwanî têkildarî ragihandina “Daxuyaniya Qahîrayê” ev bersiv da:

“Ev şer ne me destpê kir, lê ew em in ên ku dawîbûna wê diyar bikin.”

Beriya Hevdîtina navbera El-Sîsî û Hefter de, Tirkiyê bersiv da tawanên Misirê yê derbarê Lîbyayê.

Wezareta Derve ya Tirkiyê axaftinên Wezîrê Derve yê Misirê, Samih Şikrî, ya di civîna Koalisyona Navdewtetî ya li dijî DAIŞ’ê ku gotibû Tirkiyê tevlîheviyê li Lîbyayê derdixe, red kir.

Di civîna Koalisyonê de her wiha Samih Şikrî daxwaz ji Koalisyona Navdewletî kirbû ku bidawîbûna binpêkirinên Tirkiyê li Lîbyayê misoger bike.

Back to top button