Dagirkeriya Tirk careke din agir berda zeviyên çandiniyê yê navçeya Til Temir a girêdayî kantona Hesekê.
Îro di saetên şevê de, leşkerên artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê agir berda zeviyên gundê Reşîdiya jorîn ê navçeya Til Temirê.
Têkildarî ziyanên rûdayî agahiyên piştrast nehatin bidestxistin.
Beriya du rojan jî Artêşa Tirk û çeteyên pê re, agir berdan zeviyên çandiniyê yên gundên Til Werd û Rîhaniyê yên Til Temirê.
Tîmên rewşên awaret nikarîbûn nêzî cihê şewatê bibin ji ber ku ji aliyê çeteyan ve dihatin hedefkirin.
Di encama berdana dagirkeriya Tirk a agir li zeviyên herêmê, herî dawî derdora 15 hezar donim zeviyên çandiniyê yên navçeyên Til Temir û Zirganê hatine şewitandin.