ÇALAKVANÊN STRASBOURGÊ: EM Ê LI DORA RÊBERÊ XWE BICIVIN

Li bajarê Strasboûrg ê Fransayê çalakiya greva birçîbûnê ku ji hêla ‘Înîsiyatîfa ji Ocalan re Azadî’ dest pê kir, di roja 8’an de ye.

Çalakvanan banga kirin û gotin, “Em li dora Rêbertiyê xwe bicivin.”

Li bajarê Strasboûrg ê Fransayê jî çalakiya greva birçîbûnê ya bê dawî û bê dorveger ji aliyê ‘Înîsiyatîfa ji Ocalan re azadî’ tê lidarxistin.

Çalakî ketiye roja 8’an.

Çalakvan ji ANF’ê re axivîn û banga, “Em li dora Rêbertiyê xwe bicivîn” kirin.

Ji çalakvanan Ramazan Îmîr got:

“Fikarên me yên li ser tenduristî û ewlekariya wî roj bi roj zêde dibin.

Dixwazin ji aliyê fîzîkî ve Rêbertî tine bikin.

KURD LI KRASNÎKUTÊ DEST BI GREVA BIRÇÎBÛNÊ KIR

Li navçeya Krasnîkutê ya bajarê ya Federasyona Rûsyayê jî ji bo bidawîbûna tecrîdkirina RêberOcalan greva birçîbûnê hate destpêkirin.

Grev bi tevlîbûna 15 kesî û pêşengiya Otonomiya Çanda Kurd a Krasnîkutê hate destpêkirin.

Li ser navê çalakgeran Serokê Otonomiyê Ramazan Bûdakov axivî û got,

“Rakirina tecrîda li ser Rêbertiya me û têkoşîna ji bo azadiya wî peywira hemû Kurdên bi rûmet e.

Leave a Reply

Back to top button