YE careke din serî li şantajên Erdogan tewand

Gef û şantaja Erdogan a ku bi rêya penaberan li Yekîtiya Ewropayê dixwe, careke din bi kêrî wî hat.

Brukselê paketa alîkariyê ya ji 485 milyon Euroyî pêk dihat ji bo Enqereyê pejirand.

 

Di çarçoveya peymana 2016’an ya di navbera YE û Tirkiyê de ku heta niha nêzî 3.2 milyar Euro pere gihaştiye rejîma Erdogan, Komîsyona Yekîtiya Ewropayê li ser paketeke din a alîkariyê biryar da.

Çavkaniyên Yekîtiya Ewropayê yên li Brukselê ragihandin ku ji bo pêwîstiyên civakî û tenduristiyê yên Sûriyeyiyên li Tirkiyeyê paketa ji 485 milyon Euroyî ya ji bo Enqereyê hatiye pejirandin.

Di demekê de ku beriya şewba vîrûsa koronayê penaber ber bi deriyên sînor ên Yewnanistan û Bûlgaristanê hatin şandin û Serokkomarê Tirk Erdogan penaberan dike hincet ku pereyan ji Yekîtiya Ewropayê bistîne, ev biryar hate dayin.

Back to top button