Cenazeyê zaroka Efrînî ya revandî hate dîtin

Li Efrîna dagirkirî, Cenazeya zaroka 16 salî ya ku çeteyên daewleta Trik revandibû li gundewarê Ezazê hat dîtin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ragihand ku komên çete ku artêşa Tirk a dagirker destekê dide wan, zaroka bi navê Melek Nebî Xelîl revandibû û cenazeyê wê hate dîtin.

Rêxistinê diyar kir ku cenazeyê Melek Nebî Xelîl li zeviyên gundê Fêrziyê yê rojhilatê bajarê Ezazê hatibû avêtin.

Çavkaniyên herêmî da zanîn ku Melek Nebî Xelîl 16 salî ye û ji gundê Derwîş ê navçeya Şêrawa ye.

Çeteyên koma Nuxbê ya çeteyên Firqet Sultan Murad 23’yê Gulana derbasbûyî Melek revandibû.

Beriya çend rojan dîmenê jinên ku çeteyan ew revandibûn û di girtîgehên Efrîna dagirkirî de îşkence dikirin, li ser malperên civakî hatibûn belavkirin.

Dewleta Tirk a dagirker li Efrînê li pêş çavê civaka navneteweyî sûcên der-mirovî pêk tîne.

Back to top button