Bi sedan Rojavayî yên li Başûr di dergeha Sêmalka re vegeriyan malê

Careke din dergeha Sêmalkayê pêşwaziya şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên li Başûrê Kurdistanê asê mane kir. Îro bi sedan kes derbasî rojava bû.

Rêveberê Dergeha Sêmalkayê Baz Ehmed ji televsiona me re ragihand ku îro dergeh li pêşiya şêniyan hat vekirin.

Bi dehan şêniyên rojava yên li herêmên derdora bajarê Dihuk yê başûrê kurdistanê vegeriyan malên xwe.

Baz Ehmed diyar kir ku dergeh ji bo kesên ji ber nexweşî derbasî başûrê kurdistanê bûbûn û dixwazin li malên xwe vegerin hatiye vekirin.

Cara yekemîn di 14 Adara 2019`an, dergeha Sêmalk ji ber vîrûsa coronayê hatibû girtin.

Piştre jî 27 Gulanê ji bo vegera şêniyan hate vekirin.

Lê piştî hikumeta Başûr dema qedexeya derketina derve dirêj kir dîsa dergeh hat girtin

Back to top button