Dagirkerî zeviyên gundê Herbel şewitandin

Îro careke din artêşa Tirk agir berda zeviyên gundê Herbel ê Şehbayê û malên sivîlên gundê Leylan ê Til Temirê şewitandin.

Artêşa Tirk malên sivîlên gundê Leylan ê li başûrê rojavayê navçeya Til Temirê şewitandin.

Beriya çend rojan jî li Til Temirê zeviyên çandiniyê yên li nêzî baregeha xwe ya leşkerî ya li Til Amiriyê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin şewitandin.

Bi wê re jî şewat li gelek gundan belav bû û zirarên mezin bi malên sivîlan kirin.

Her wiha zeviyên çandiniyê yên gundê Herbel ê navçeya Ehresê yê Şehbayê jî ji aliyê dewleta Tirk ve hatin şewitandin.

Li gundê Sêrimka yê Girbawiyê yê Qamişlo agir bi zeviyan ket û 15 donim ji zeviyên genim şewitîn.

Agir ji ber çirûska ji patozê derket.

Şêniyan bi alîkariya HPC’ê û tîmên agirkujiyê şewat vemirand.

Back to top button