Asayîş: Yê ku bombe li ser wî teqiya, kesekî nenas e

Hêzên Asayîşa derbarê bombeya ku bi kesekê ve li bajarê Qamişlo teqiya got ku ew kes nenas e û hê jî lêkolîn derbarê mijarê de berdewam e.

Navenda Ragihandina Giştî ya Hêzên Asayîşêa Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî teqîna ku îro li taxa Hilko ya bajarê Qamişlo pêk hat daxuyaniyek weşand.

Li gorî daxuyaniyê ev agahî hatin parvekirin:

Nasnameya kesê ku bombe pê ve teqiya heta niha ne diyar e.

Ew kes dema ku di Hîzama Başûr- Rêya diçe taxa Kornîş re derbas dibû bombe pê ve teqiya, li wir jî nuqteyek kontrolê ya asayîşê heye.

J bilî kesê ku bombe pêve teqiya ti ziyanên mirovî çênebûn.

Asayîşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê got ku derbarê teqînê de lêkolîn berdewam e ta were naskirin bê ka bombe bi wê kesî ve teqiyaye an wî hewl dide nuqteyek an aliyekî bike hedef.

Back to top button