Netewên Yekbûyî ragihand ku li herêmên li Lîbyayê ku piştî vekişîna hêzên Artêşa Niştimanî û ketina hêzên Hikûmeta Wîfaqê tê de, kuştin talanî tê kirin.
Li gorî Netewên Yekbûyî hin rapor teqez dikin ku li bajarên Terhûna û El-Esabia yên dikevin başûrê Terablusa paytext ji aliyên hikûmeta Wîfaqê ve kiryarên kuştin, talanî û hilweşandinê pêk hatine.
Li gorî şandeya Netewên Yekbûyî li Lîbyayê, di rojên dawî de zêdeyî 16 hezar kes ji herêma Tehûna û başûrê Terablusê ji malên koçber bûne.
Duh hatibû ragihand ku leşkerên artêşa Tirk û çeteyên wê, goristana şervanên Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê ya li bajarê Terhûnayê şewitandiye.
Her wiha çeteyan hin cenazeyên li goristanê ji tirban derxistin û bi wan lîstin.
Berbirsên Çavdêriya Mafên Mirovan ya Navdewletî “Human Rights Watch” jî gotin:
“Divê Hikûmeta Wîfaqê kiryarên tolhilandinê ku li herêma Terhûnayê pêk tîne, rawestîne.