Tevgera Azadî: Dewleta Tirk, wê nikaribe rê li pêşiya têkoşîna gelê Kurd bigire

Desteya Rêveber a Tevgera Azadî girtina parlamenterên HDP’ê bi daxuyaniyeke nivîskî şermezar kir û diyar kir ku dewleta Tirk, bi netewperestiya xwe, dixwaze vîna gelê Kurd bêdeng bike. 

Tevgerê da xuyakirin ku êrîşên dewleta Tirk bi awayên cuda, dijwartir dibin û girtina palamenter û şaredariyên Bakurê Kurdistanê, dewama siyaseta sedsalan e.

Tevgera Azadî da zanîn ku, wê dewleta Tirk a dagirker bi van kirinên xwe, nikaribe rê li pêşiya têkoşîna gelê Kurd û pêşengên weke Leyla Guven bigire.

Tevgera Azadî her wiha destnîşan kir ku tekane rêyek li ber Tirkiyê heye, ew jî, lihevkirina bi gelê Kurd re ye. Eger vê neke, pêşeroja wê, hilweşîn û parçebûn e.

Back to top button