Guhertina avhewayê wê nexweşiyên berê der bike

Fikar hene ku zêdebûna germahiya hewayê bibe sedem ku bakteriyên berê yên nexweşiyan çêdikin, ji nû ve rû bidin.

Li Sîbîryayê, ji ber germahiya gerdûnî, meha derbasbûyî germahiya hewayê bi 10 pileyî zêde bû.

Ev rewş jî nîşan dide ku êdî li Sîbîryayê germahiya gerdûnî heye.

Bi vê re jî fikar hene ku bakteriyên berê yên li herêmên qeşayî yên Sîbîryayê ji nû ve derkevin ser rûyê erdê.

Li gorî zanyarên Rûs jî “wê gelek nexweşiyên berê bi van bakteriyan re ji nû ve derkevin.”

Pispor diyar dikin “ev bakteriyên berê, dikarin rê li ber gelek nexweşiyan vekin” û ew bi-fikar in ku mîna nexweşiya Şarbonê ya sala 2016’an nexweşî rû bidin.

Piştî qeşa heliya, bakteriyên Şarbon ên li nava termê lawiran ku beriya 75 salî miribûn, veguherîbûn şewbê.

Ji ber şewba ku li rojavayê Sîbîryayê dest pê kir jî bi dehan lawir telef bûbûn.

Back to top button