Keskîn Bayindir: Eger Kurd tênekoşin, wê tim bibin armanc

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir têkildarî betalkirin û girtina parlamenterên HDP’ê anî ziman ku “dixwazin derbê li siyaseta demokratîk bixin û wê nikaribin bi vê yekê, siyaseta Kurd tune bihesibînin.” 

Li dijî êrîş, binçavkirin û girtinan, Bayindir destnîşan kir “eger gelê Kurd li dijî vê siyaseta qirker a AKP-MHP’ê û dewletê tênekoşe, wê her tim bibe armanca vê siyaseta faşîzmê”

Bayindir diyar kir, “ji bo têkoşîna li dijî van êrîşan, ew ê her kêlî li gel HDP’ê cih bigirin û mil bidin milên wan û têkoşîna xwe mezin bikin”.

Muazzez: Bi destê AKP’ê, siyaseta tunehesibandinê tê meşandin

Parlamentera HDP’ê ya Wanê Muazzez Orhan jî, diyar kir ku xistina parlamenteran yek ji darbeyên dîroka Tirkiyê ye û got:

“Çi polîtîkaya ku li ser nenaskirina Kurdan hatiye meşandin, negihiştiye serkeftinê.”

Dayîkên Aştiyê: Li dijî zilmê, divê yekîtî pêk were

Endamên Meclisa Dayîkên Aştiyê jî li dijî van êrîş û girtinan, bertek û nerazîbûnên xwe anîn ziman û diyar kir ku li dijî êrîşan divê yekîtiya Kurdan pêk were.

Back to top button