Hikûmeta Şamê: 16 kesên din bi vîrûsa Coronayê ketine

Duh, hikûmeta Şamê ragihand ku 16 kes li bajarokê Ras el-Me’ra yê gundewarê Şamê bi vîrûsa Coronayê ketine.

Wezareta Tenduristiyê ya hikûmeta Şamê diyar kir ku ji ber têkiliya van her 16 kesan bi ajokarekî kamyonê yê li ser rêya Sûriye-Urdinê kar dikir, ev rewş derketin.

Wezaretê diyar kir jî ku bajarok bi temamî ketiye jêr çavdêriya tenduristî..

Li gorî daneyên dawî, heta niha li herêmên li jêr destê hikumeta Şamê, 141 kes bi vîrûsê ketine, ji wan 85 baş bûne, 6 kes jî mirine.

Back to top button