Şerekî dijwar navbera hezên hikûmeta Şamê û dewleta Tirk derket

Li bejahiyên Idlib û Helebê di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk de şer û topbaranên dijwar rû dan.

Li gorî Navenda Çavdêriya Sûrî, duh şer ji ber hewldanên hêzên hikumeta Şamê ku dixwestin derbasî derdora Kefer Eme bibin, pêk hat.

Hêzên hikumetê bi çekên giran gundên Kensefra, Bênîn û Riwêha yên Idlibê topbaran kirin.

Di heman demê de jî, çeteyên dewleta Tirk baregehên hêzên hikumetê dan ber topan.

Li gorî çavdêriyê, çeteyên dewleta Tirk amadekariyên leşkerî ji bejahiyên Laziqiyê heta ber bi bejahiyên Helebê ve xurt dikin.

Çeteyan 2 gund ji hêzên hikûmeta Şamê standin û 25 kuştî ji her du aliyan hene

Li aliyekî din li herêma Sehil El-Xab  ê gundewarê Hemayê yê bakur rojava şerekî giran di navbera hêzên hikûmeta Şamê û çeteyan de rû da.

Çavdêriya Sûrî ragihand ku di encama de, hêzên hikûmetê Şamê paşde vekişiyan û çeteyan her du gundê Fetatira û Menare yên Sehil El-Xab kontrol kirin.

Li gorî Çavdêriyê, di encama şer de 19 leşkerên hikûmeta Şamê û 6 çete hatin kuştin.

Ji ber rewşa giran a birîndaran dibe ku jimara kuştî ya ji her du aliyan zêde bibe.

Piştî kontrolkirina her du gundan, balafirên Rûsî çete bombebaran kirin.

Back to top button