Endamê Komîteya Navendî ya PKK Kasim Engîn şehîd bû

Siyasetmedar, nivîskar û endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Kasim Engîn di encama êrîşên asmanî yên dewleta Tirk a dagirker de, şehîd bû.

Komîteya Rêveber a PKK’ê ragihand ku endamê Komîteya Navendî Kasim Engîn di êrîşa asmanî ya 27’ê Gulanê de, li herêma Bradostê ya herêmên Parastina Medyayê şehîd bûye.

Komîteyê diyar kir ku ew ê di her kêliya têkoşîna xwe de xwedî li bîranîna hevrê Kasim derkevin û wê bibe boneya serketina wan a di xeta Rêber Apo de.

Kasim Engîn di temenê xwe yê ciwan de, di sala 1989’an de li dijî her cure metîngerî û paşverûtiyê cihê xwe di nava tevgera azadiyê de girt.

Engîn heta kêliya xwe ya dawî, bê navber ji bo gelê Kurd têkoşiya.

Ji bo dîroka Kurdistanê di hişmendiya me de bide avakirin, di vê mijarê de, li kêleka dayîna gelek dersan, pirtûka Dîroka Kurdistanê ya bi navê Dîrok Niha ye ji me re weke mîrateya herî pîroz, hişt.

Back to top button