Li Başûrê Kurdistanê 5 kesan jiyana xwe ji dest da û 133 jî pê ketine

Wezareta Tenduristiyê ya Başûrê Kurdistanê da xuyakirin ku di nava 24 saetên dawî de, 5 kesan ji ber vîrûsa Coronayê jiyana xwe ji dest da û 133 jî pê ketine.

Li gorî daneyên Wezaretê, heta niha hezar û 222 kes bi vîrûsê ketine. Ji wan, 24 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê, 23 kes mirin û 914 jî pê ketine

Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê jî, her dawî 914 kes bi vîrûsê ketine û 23’yan jî jiyana xwe ji dest da.

Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê, 72 kes mirin û 2364 jî pê ketine

Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê jî, 2 hezar û 364 kesên din bi vîrûsê ketine û 72 jî jiyana xwe ji dest da.

Back to top button