NÊZÎKATIYA DESTHILADARIYÊ RÊ LI BER KUJERAN VEDIKE

Duh li Sakaryayê polîsên tirk kurdek kuştin û kurê wî jî birîndar kirin.

Serokwekîlê Koma HDP’ê Ayhan Bîlgen bal kişand ser vê bûyerê û diyar kir ku desthilatdarî bi helwest û daxuyaniyên wê rê li ber dijminahiyê û kujeran veke.

Serokwekîlê Koma HDP’ê Ayhan Bîlgen îro li Meclîsê civîneke çapemeniyê li dar xist û bal kişand ser êrîşa nîjadperestî ya li Sakaryayê.

Bîlgen diyar kir, helwest û zimanê ku desthilatdarî bi kar tîne cesaretê dide kujeran û rê li ber dijminahiyê vedike û got;

Siyaseta li Enqereyê li ser bingeha qirkirina kurdan tên meşandin.

Ev yek jî rê li ber nefret û dijminatiyê vedike.

Berdêlên vê jî roj bi roj giran dibe.

Bîlgen diyar kir ku divê desthilatdarî dev ji vî zimanê xwe yê erzan ku siyasetmedar, çand, bawerî, gel, civak û nasnameyan hedef nîşan dide berde.

Leave a Reply

Back to top button