Li başûrê Hesekê teqînek rû da, 2 kes mirin

Li başûrê bajarê Hesekê teqînek rû da, di encamê de 2 kesan jiyana xwe ji desta da.

Di saetên êvarê de, li gundê Xerib ê başûrê bajarê Hesekê ya li ser rêya navçaya Şedadê motorsîklêteke bombebarkirî teqiya.

Di teqînê de du kesên li motosîklêtê siwar bûn jiyana xwe ji dest da.

Ji aliyê xwe ve, Hêzên Asayîşê cenazeyên herdu kesan rakirin û lêpirsîn dane destpêkirin.

Back to top button