PYD têkildarî şehadeta Qasim Engîn peyamek sersaxiyê weşand

Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) têkildarî şehadeta endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Qasim Engîn peyamek sersaxiyê weşand.

PYD’ê di peyama xwe di van gotinan dibêje:

“Hîna kesên ku bi dîroka Rojhilata Navîn bi giştî û Kurdistanê bi taybet dilîzin, fermandarên we dikin hedef.

Bi vê yekê hewl didin çirûska azadî, wekhevî û demokrasiyê vemirînin.

Hedefkirina fermanderê partiya we şehîd Kasim Engîn berdewama vê zihniyata dûrxistin û înkarkirinê.

Şehîd Kasim Engîn ji yekemîn fermandarên ku banga demokrasî, biratiya gelan, wekhevî û edaletê li Bakurê Kurdistanê kirine.”

PYD’ê anî ziman ku ji bo gihiştina civaka azad, demokratîk û pirreng ew piştgiriya xwe ji Partiya Karkerên Kurdistanê û têkoşîna wê re teqez dikin.

Back to top button