KCD: BIRYARA DYA DIVÊ KURDAN JI BO YEKÎTIYA NETEWEYÎ BIXE NAV TEVGERÊ

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) diyar kir ku biryara DYA’yê ya kişandina hêzên xwe ji Bakurê Sûriyeyê, tê awateya tesfiye kirina gelê Kurd.

KDC’ê da zanîn ku ji bo gelê Kurd nebin xwedî statu ev biryar hatiye dayîn û got:

“Partiyên siyasî û saziyên Kurd, divê li dijî vê biryarê ji bo “Yeketiya Neteweyî” bikevin nava tevgerê.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) , derbarê pêşketinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de daxuyaniyek nivîskî weşand .

KCD di daxuyaniya xwe de wiha got:

“Li Rojhilata Navîn, dewletên paşverû-mêtîngeh ji sala 2011’an ve bi awayekî pir kûr li dijî gelên Rojhilata Navîn şer dikin.

Di encama vî şerê bi xwîn de, dixwazin Rojhilata Navîn ji nû de dizayn bikin.

Ji ber vî şerê bi sedan mirovan jiyana xwe ji dest dan, bi milyonan mirov welatên xwe terk kirin.

Bi vê sûcên herî mezin ên mirovahiyê hatin kirin.”

KCD’ê di dawiya daxuyaniya xwe de banga hestiyariyê kir û wiha got:

“Biryara Serokê DYA’yê Trump a paşvekişandina ji Bakurê Sûriyeyê, divê li her çar parçeyên Kurdistinê, hemû partiyên siyasî, sazî û dezgehên kurd û hemû kesayetên nav û deng ji bo yekitiya neteweyî bixe nava tevgerê.

Ji ber ku ev biryar, di şexsê gelê Rojava de li dijî hemû Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê ye.

Ji bo ku gelê Kurd nebe xwedî statû ev biryar hatiye dayîn û dixwazin bi vê biryarê gelê Kurd tasfiye bikin.

Em bang li hemû gel û neteweyan dikin ku piştevaniyê bidin gelê Rojava yê li dijî DAIŞ’ê li ber xwe dayîn. “

Leave a Reply

Back to top button