Hemdan El-Ebid: Rêveberiya Xweser hewl dide Tirkiyê bide darizandin

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Hemdan El-Ebid diyar kir ku Rêveberiya Xweser ji bo darizandina dewleta Tirk li ser sûc û kirinên wê yên dermirovî li Sûriyê û bi taybet li Efrînê, xebatên dîplomasî dimeşîne. 

Rastiya dewleta Tirk, dagirkerî û sûcên wê yên li dijî mirovahiyê, ji her kesî ve berçav e..

Lê her çi qasî ev tişt xuya be jî, civaka navdewletî ker û lal e û çavê xwe ji darizandina wê digire..

Der barê vê de, Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî Hemdan El-Ebid dibêje:

“Dewleta Tirk a dagirker bi rêya sûcên xwe, tevahiya nirx, rêgez û pîvanên exlqaî, mirovî û olî derbas kirine.

Bi taybet sûcên wê yên li dijî jinên Efrînê”.

El-Ebid da zanîn ku “Rêveberiya Xweser, da ku dewleta Tirk ji ber van sûc û kirinan were darizandin, li gel NY, civaka navdewletî û rêxistinên mafên mirovan gilî kir û gelek delîl û belge jî pêşkêşî piraniya hikumetên cîhanê kirin”.

Vê mehê, dîmenekî çeteyên dewleta Tirk ji Efrînê derket, tê de sûcên Tirkiyê yên li dijî jin û mirovahiyê eşkere xuya bûn…

Bi vî dîmenî bi tenê mabe, dewleta Tirk rasterast divê were darizandin..

Der barê vê yekê de jî, rêveberê Navenda Çavdêriya Sûrî Ramî Ebdul Rehman ji Ronahî TV re ragihandibû ku “divê dewleta Tirk li van sûcan êdî mukur were û berpirsyartiya wan rake”..

El-Ebid destnîşan kir ku “tevî Rûsya û Amerîka li herêmê ne û ji nêz ve sûcên Tirkiyê yên li dijî gelên Sûriyê dibînin, lê dîsa jî bêdeng in”.

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser di dawiyê de bang li hêzên navdewletî kir ku “li hember sûcên dewleta Tirk bêdeng nemînin û kuştina gelên Sûriyê rawestînin.”

Back to top button