Dewleta Tirk nêzî 40 salan e li hemberî Başûrê Kurdistanê êrîşan pêk tîne

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Başûrê Kurdistanê dewam dikin.

Çalakvanên Rojhilatê Kurdistanê yên ku koçî Başûrê Kurdistanê bûne, diyar kir ku li Başûr, hevkarî eşkere û veşartî bi dezgeha sîxurî ya dewleta Tirk MÎT’ê re tê kirin.

Çalakvanan bang li aliyê siyasî kir ku li dijî dagirkeriyê, bibin yek. 

Dewleta Tirk nêzî 40 salan e li hemberî Başûrê Kurdistanê êrîş û komkujiyan pêk tîne. Herî dawî jî, balafirên artêşa Tirk 26 Gulanê gundê Sefrê yê girêdayî navçeya Mawat a Silêmaniyê bombebaran kiribû.

Di encamê de, 2 gerîlayên Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK)’ê, 3 welatparêz şehîd bûn û nexweşxaneya gel a li gund jî rûxiya.

Careke din jî, 30 Gulanê balafirên şer li nêzî çiyayê Kurejehro yê navçeya Şêladiz a Dihokê bombebaran kir.

Di encamê de, 1 bav û kurê xwe şehîd bûn, 1 kes jî birîndar bû.

Çalakvan Bêrîtan Ciwanro: Ne pêkan bû êrîşa gundê Sefrê bêyî sîxur û xayinên navxweyî pêk bihata

Çalakvan Bêrîtan Ciwanro da xuyakirin ku êrîşa gundê Sefrê, ne pêkan bû ku bêyî sîxur û xayinên navxweyî pêk bihata.

Bavê 3 şehîdan Mihemd Zûdî: Li Başûr, hevkarî eşkere û veşartî bi dezgeha xîxurî ya MÎT’a Tirk re tê kirin

Bavê 3 Şehîdan, Mihemed Zûdî jî da zanîn ku, ev ne êrîşa yekem e û got:

“Li Başûrê Kurdistanê bi awayekî veşartî û eşkere, hevkarî bi dezgeha sîxurî ya MÎT’a dewleta Tirk re tê kirin. Bi vî awayî, kesayetên her çar parçeyên Kurdisanê şehîd dibin.”

Çalakvan Hêmin Kamyaranî jî teqez kir ku li Başûr, piraniya aliyan bi yekîtiya neteweyî re ne. Her wiha li dijî komployên jiholêrkirina destketiyên gelê Kurd in, lê belê ev alî hê jî di bin sîwaneke hevbeş de kom nebûne.

Çalakvan Hêmin Kamyaranî: Divê aliyên siyasî yên Kurdî bibin yek û nehêlin destkeftiyên heyî bên windakirin

Hêmin Kamyaranî der barê zêdebûna metirsiya dijmin, bang li aliyên siyasî yên Kurdî kir ku, bibin yek û nehêlin ku dijmin destkeftiyên heyî talan bikin

Back to top button