“Heya niha, 1564 jinên Efrînê rastî tundiya fîzîkî û derûnî hatine”

Sûcên dewleta Tirk li ber çavan raxistî ne û cîhan xwe ker û lal kiriye.

Der barê mijarê de, Endama Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Heyhan Elî bêdengiya civaka navdewletî li dijî van sûcên li ser sivîlan, bi taybet jinan şermezar kir û got: “Bêdengî dihêle ku dagirker sûcên xwe bêhtir bike.” 

Di van demên dawî de, çeteyên dewleta Tirk komkujî û binpêkirinên xwe yên li dijî sivîlan û bi tayebt li dijî jinan zêde kirine.

Yek ji wan sûcan, kuştina jina Efrînî ya tê payîn (Melek Cuma) be ku ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hatibû revandin û beriya çend rojan kûştî hatibû dîtin.

Li gorî belgeyên Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînî, ji destpêka dagirkirina Efrînê û heta niha, li dijî hezar û 564 jinan tundiya fîzîkî û derûnî hatiye meşandin.

Têkildarî mijarê Endama Rêxistinê Heyhan Elî bêdengiya civaka navdewletî ya li hemberî sûcên Tirkiyê rexne kir û bang lê kir ku roleke çalak li ser erdê bilîze û helwestên xwe di çarçoveya dana raporan de, nehêle.

“Li Efrînê, zarok bi darê zorê têne zewicandin”

Li gel revandin û kuştina jinên Efrînî, çeteyên dewleta Tirk zarokan bi darê zorê jî dizewicînin.

Dema malbat fermanên wan pêk nayînin, zextê li wan dikin.

Endama rêxistina Mafên Mirovan diyar kir ku “diyardeya zewicandina keçên biçûk li Efrînê belav bûye, ji ber malbat ditirsin ku keçên wan ji aliyê çeteyan ve werin revandin û astengkirin.

Back to top button