Ji ber bombebarana balafirên Rûsî, 3 sivîl jiyana xwe ji dest da

Balafirên şer ên Rûsî agirbeseta Putin-Erdogan binpê kir û ji ber bombebarana wê 3 sivîlan jiyana xwe ji dest da.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku ji duh heta vê sibehê balafirên Rûsî li dijî deverên Cebel El-zawiyê yê Idlibê 15 êrîş pêk anîn.

Deverên li dijî wê êrîş pêk hatine, Kisefra, Bilyon, Bara, Moza, Fitêra û Kefer Ewêd in.

Ji ber bombebarana balafirên Rûsî li Bilyonê sivîlekî jiyana xwe ji dest da, yek jî birîndar bû.

Duh jî balafirên Rûsî derdora 30 caran kinsefra, Moza, Sifûhin, Qofqîn, Eyn Laroz û Kefer Ewêd ên Idlibê, û Fetatra, Menara, Zeqûm û eniyên Sehil El-Xab ên Hemayê bombebaran kirin.

Li Moza jî du kes hatin kuştin û jimarek ji sivîlan birîndar bûn.

Back to top button