LI EYN ÎSAYÊ CIVÎNEKE AWARTE HAT LIDAR XISTIN

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca nîqaşkirina pêşveçûnên dawî civînek awarte li dar xist.

Di civînê de ji bo dema bê plansaziyek hate derxistin.

Civîn li avahiya Rêveberiyê ya li navçeya Eyn Îsayê li dar ket.

Di civînê de hevserokatiya giştî, cîgir û endamên meclisê amade bûn.

Beşdaran gefên Dewleta Tirk li dijî herêmê û biryara Serokê Emerîka gotûbêj kirin.

Ji bo parastina herêmê jî îşaret bi berxwedana gelêrî hat kirin.

Bi rêya wê hêzeke xweser ava bikin daku li hember hemû pilanêndewletên dijber ên li dijî herêmê bisekinin.

Her wiha endamên meclisê diyar kirin ku çareserî bi danûstandina Sûrî-Sûrî pêkan e.

Di dawiya civînê de li ser pêwîstiya rêkirina nameyên şermezarkirina gefên Dewleta Tirk ji dewletên Ereb, Cîhanê, hemû partiyên siyasî yên derve û hundir hat lihevkirin.

Leave a Reply

Back to top button