HPG: Li Colemêrg, Xakurkû û Zap 3 leşkerên dewleta Tirk hatin kuştin

HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di çalakiyên li herêma Colemêrg, Xakurkê û Zap de, 3 leşkerên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin.

Li gorî daxuyaniyê:

4’ê Hezîranê gerîlayên YJA Starê li herêma Govendê ya navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê li dijî leşkerên deweleta Tirk çalakiya sûîqestê kirin û leşkerek hat kuştin.

7’ê Hezîranê gerîlayan li herêma Xakurkê li dijî dagirkerên li ser Girê Şehîd Axîn çalakiya sûîqestê kirin û leşkerek kuştin.

8’ê Hezîranê gerîlayan li navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî leşkerên li qada Tepê Ser Zêrê çeper amade dikirin çalakiya sûîqestê kirin û leşkerek kuştin.

HPG: Dîmenê çalakiyên li Çelê û Şemzînanê weşand

Her wiha Gerîla TV dîmenê çalakiyên gerîlayên a li Çelê û Şemzînanê pêk anî weşand.

Di çalakiyê de 3 leşkerên dewleta tirk a dagirker hatibûn kuştin.

 

Back to top button